Îlon 18, 2018 18:36 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Îranê hevxemiya xwe bi malbatên goriyên bagera li Amerîka, Fîlîpîn û Çînê diyar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê hevxemiya xwe bi malbatên goriyên bagerên giran ên Florence`ê (Filorans) li Amerîka, Fîlîpîn û Çînê diyar kir.

Li gorî rapora Dayira dîplomasiya mêdyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja sêşemiyê mixabiniya xwe ya ji ber rabûna bagerên giran ên Filoransê li Amerîkayê û Menghûtê li Fîlîpîn û Çînê ku gelek xisar bi dû xwe ve anîn diya kir û hevxemiya we bi malbatên goriyan nîşan da.

Bagera giran a Florence`ê li perravên rojava yên Amerîkayê, heya niha bûye sedema mirina 5 kesan li Karolînaya Bakûr.

Herwiha li Fîlîpîn û Çînê, bagera bihêz û giran a Mangkhut`ê (Manghût) rabû û baraneka giran barî.

Ev bagera roja şemiyê bi leza nêzî 330 kîlometreyê di saetê de, li navçeyên bakûrî yên Fîlîpînê rabû ku di encama wê de zêde ji 60 kes hatin kuştin.

Bagera Menghûtê herwiha li navçeyên Hongkong, Hainan (Haynan), Makao û Guangdong (Guwangdong) ên Çînê bû sedema mirina 4 kesan û zêde ji 1000 kes jî di encama vê bagerê de birîndar bûn.