Tebax 16, 2018 13:29 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Rola Hêza Deryayî di Dewrana Berevanîya Pîroz de rola jîyanê bû

Serokê Komara Islamî ya Îranê, rola Hêza Deryayî ya Artêşê di Dewrana Berevanîya Pîroz de girîng û rola jîyanê zanî.

Hesen Rûhanî şeva çûyî ku çû seredana serleşkerê firokevan Xulamriza Yezd, êxsîrê azadbûyî û canbaz (kêmemndamê şerê Îran û Iraqê), got: Fidakarîya şehîd û canbazan nemaze ya firokevanên Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê di 8 salên Berevanîya Pîroz (8 saên şerê Îran û Iraqê) de, girîng bû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Hêza Hewayî ya Artêşê ku di roja duyem a sekinîna li hemberî êrişa artêşa rêjîma Beis a Iraqê de 140 balafirên cengê rakirin esmîn, karekî mezin û bihêzkirê moralê ji bo Îranê û leşkerên îranî bû û vê yekê cîhan matmayî kir ji ber ku wan fikir dikirin ku Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê ji ber boykotan, ne xwedîyê şîyaneke wiha ye.

Rûhanî, sebir û fidakarîyên êxsîrên azadbûyî yên serdema şêrr û tamulkirina dewra êxsîrîyê karekî mezin zanî ku li cem Xwedê teala padaşeke mezin heye.

Serleşkerê (Major General) firokevan Xulamriza Yezd ku di dema şerê Îran û Iraqê de êxsîr bibû û sedî 70`ê nivîşkan bûye, yek ji firokevanên egît û çeleng ên Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ye û li çend opêrasyonên dijî artêşa rêjîma Beis pişkdar bûye.

Serleşkerê firokevan Xulamriza Yezd piştî ku cêta wî li opêrasyonekê dibe armanc û li axa Iraqê dikeve xwarê, dikeve destê dijmin û 10 salan li zîndanên rêjîma Beis a Sedam hat işkencekirinê û canbaz (nivîşkan) bû.