Tebax 16, 2018 11:51 Asia/Tehran
  • Zerîf: Konvansyona pergala hiqûqê ya Deryaya Xezerê ser xêra Îranê ye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Konvansyona pergala hiqûqê ya Deryaya Xezerê netenê hemî axa Îranê diparêze belkî dibe sedema dewama peywendîyên dostane digel cînaran.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê şeva buhurî li Bernama Gotûbêja Taybet a Kanala 2 a televîzyona welêt got: Berovajî hin axavtinan, Konvansyona pergala hiqûqê ya Deryaya Xezerê xêra herî zêde ji bo berjewendîyên netewî û mesliheta Îranê heye.

Zerîf got: Heke sîayseta derve armancek hebe bê guman ew jî parastina yekperçetîya axê, ewlehîya netewî û serxwebûna sîyasî û alîkarîya ji bo debara jîyana gel e.

Zerîf bi gotina vîya ku biryar e sê yan 4 mehên din muzakirên derbarê xeta destpêkê ya Deryaya Xezerê destpê bibin, dîyar kir: Serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê li civîna Qazaqistanê derbarê xeta destpêkê ya vê deryayê de lihev nekirin, tenê têkildarî meseleya binavê di navbera Ûrsêt û Qazaqistanê de lihevkirinek heye ku ew jî ya 20 salan berî niha ye.

Zerîf bi gotina vîya ku Îran hewil dide pişka sedî 20`ê ji Deryaya Xezerê ji welatên dorhêlê wergire, ragihand: Li gorî Konvansyona pergala hiqûqê ya Deryaya Xezerê, tu welatek nikare bilî 5 welatên derdora Deryaya Xezerê li vê deryayê bi cih bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwisan pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê niha bihêz e û zextên Amerîkayê tenê bûne sedema tenêmayîna vî welatî bi xwe.

Zerîf bi gotina vîya ku cîgeha Donald Trump serokomarê Amerîkayê derbarê Rêketinama Atomî de lawaz e, ragihand: Ewropî divê ji bo parastina Rêketinama Atomî berdêlê bidin.

Wî got ku divê ewropî li hemberî Amerîkayê rawestin û hewildana ewropîyan ji bo parastina Rêketinama Atomî erênî ye lê têrê nake.

Zerîf derbarê pêşnîyara serokomarê Amerîkayê ji bo muzakirê jî got: Amerîkîyan dest bi şerê rewanî kirine, heke ew bi dû muzakirê bana, me du salan muzakire kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêgirî kir ku zextên aborîyê yên Amerîkayê demkî ne, got: Li hemberî van zextana divê em li Îranê gişk bi hev re bin.