Tebax 16, 2018 08:54 Asia/Tehran
  • Îranê êrişa têrorîstî ya li Efganistanê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê êrişa têrorîstî ya li Kabol paytexta Efganistanê pêk hat, şermezar kir.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya ku duh êvarê li rojavaya Kabolê pêk hat, xwe şirîkê xem û derdê dewlet, gel û malbatên gorîyên vê cinayeta têrorîstî zanî.

Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Efganistanê jî êrişa têrorîstî ya ser navendeke perwerdê li rojavaya Kabolê ku di encamê de 48 kes hati kuştinê şermezar kir.

Duh danê êvarê têrorîstekî xwe li nav xwsendekarên Navenda Perwerdê ya Mehdî (Xwedê li zihûra wî lezê bike) li şarê Kabolê teqand û di encamê de 48 xwendekar kuştin û 67 jî birîndar kirin.