Tebax 14, 2018 18:32 Asia/Tehran
  • Pejirandina sîyasetên giştî yên ragihandinê di warê têkoşîna dijî şerê rewanî û meseleyên aborîyê de

Civata Bilind a Hevdengkirina Aborîya Îranê sîyasetên giştî yên ragihandinê di warê têkoşîna dijî şerê rewanî û meseleyên aborîyê de pejirandin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, di vê civînê de ku îro bi amadebûna serokên her sê dezgehên rêvebirina welêt bi serokatîya Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê hat lidarxistinê, pişkdaran rêbazên pêwîst ji bo haydarkirina raya giştî û pişkdarîya gel bi rêya ragihandinê bi merema têkoşîna li hemberî her cure tevlihevîya li serûberkirina pergala bazarê û herwiha cezakirina teqil a her gendelkarekî aborîyê hilkolandin.

Di vê çarçovê de sîyasetên berfire yên ragihandinê bi armanca têkoşîna li hemberî şerê rewanî û dilgirankirina civakê derbarê meseleyên aborîyê de ser bingeha pêkanîna aramî û istiqrarê li bazarê hatin pejirandinê.

Di vê civînê de piştî raberkirina rapora berpirsên peywendîdar bi serûberkirina pergala bazarê, pêşnîyarên pêwîst ji bo girtina pêşîya her cure kêmraberkirina kel û pelên pêwîst ji bo gel û di encama wê de jordaçûna bihaya kel û pel û xizmetguzarîyan hatin hilkolandin.

Ser vî esasî di vê civînê de biryar hat dayînê ku destûrkara hevsengkirina derfirotinê bi esaszanîna dabînkirina pêwîstîyên bingehîn ên gel û aborîya welêt hat amadekirinê û ji hêla serokê Komara Islamî ya Îranê va ji dezgehên peywendîdar ra hat ragihandin.