kilîseyên aşûrî keldanî yên Têhranê: Îdiaya binpêkirina mafên kêmîneyên olî li Iranê ne rast in
kilîseyên aşûrî keldanî yên Têhranê bi şemezarkirina gotinên rayedarên Emerîkayê li bara kêmîneyên olî yên Îranê teqez kirin: Îdiaya binpêkiina mafên kêmînên olî li Îranê ne rast e.
Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Emerîkayê, li peyameke twîterî, Îran bi binpêkirina mafên kêmînên olî tawanbar kir.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê kilîseyên aşûrî keldanî yên Têhranê bi daxûyaniyekê ragahndin: Beşdariya nûnerên olên tewhîdî li meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û hebûna mafên wekhev mîna nûnerên din, azadiya lidarxistina ayîn û rê û resmên îbadî li klîseyan, parastina zimanê aşûrî, lidarxistina mehrîcanên çandî, werzişî û terxankirina bûdca cuda ji bo kêmînên olî, tenê hin mînak ji hewldana nizama Komara Îslam ya Îranê bo mesela olên tewhîdî û peyriwên wan e.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Kêmînên olî li Îranê hevceyî bi qeyimê tine ne û hevcetî û mafên xwe ji riya nûnerên xwe li meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, sazî û rêxistinên têkildra li dewletê û nizama Komara Îslamî ya Îranê dişopînin.
Kilîseyên aşûrî keldanî yên Têhranê her wiha di vê daxûyaniyê de rayedarên Emerîka şîret kirin: Bila bala xwe bidin ser rêveberiya karûbarên welatê xwe û bila xwe tevlî karûbarên welatên din nekin û kiryarên kirêt ên rejîma talankirê siyonîstî û Erebistana siûdî jî şermezar bikin.