Tebax 14, 2018 11:09 Asia/Tehran
  •  Qasimî: îdiayên rûsekî li bara Xezerê bê hitbar e

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, duşemiyê şevê, îdiyên kesekî bi navê Receb Seferof li bara deryaya Xezerê bê hitbar da zanînê.

 Karzanekî rûs bi navê Receb Seferov, roja yekşemê li gotûbêja bi BBC`ê re îdia kiribû li sala 1996`an  û piştî têkçûna Sovyeta berê, Îran ji mafê xwe yê sedî 50 li bara deryaya Xerzerê paşde vekişya.

 Behram Qasimî li gotûbêja bi Tesnîm News`ê re  li bara  vê îdiayê destnîşan kir: Hilkolandina serbihûriyan nîşan dide ku Receb Seferov, tu carî di nava aliyê taxima  muzakirekir ê Rûsiyê bi taxima îranî li muzakirên Xezerê nebûye.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku gotin û îdiayên Seferof bê hitbar e û got bê guman hilêxistina van îdiayên bê bingeh li vê qonaxê bi armancên taybet û û rênimûnî bûyî ji aliyê endam û navendên  taybet cih tê.

 Receb Seferof ev îdiaya  piştî civîna  rayedarên  pênc welatên derdora deryaya Xezerê li Qezaqistanê hilêxist.

 Pêncemîn civîna  rayedarên  welatên pervava Xezerê( Îran, Rûsiyê, Komara Azerbaycanê, Turkmenistan û Qezaqistanê) roja yekşemiyê li Aktaoya Qezaqistanê hat lidarxistin li vê civînê belgeyên  li bara rejîma  hiqûqî ya deryaya Xezerê hat îmzakirin.