Fermandê ewlehiya giştî ya Iraqê rêz li Îmam Xumêynî (RE) girt
Fermandê ewlehiya giştî ya Iraqê û fermandê sînorvaniya Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li ser tirba Îmam Xumêynî (RE), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê û bi danîna gul û qerenfîlan, rêz li cîgeha bilind a wî girtin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, serdar sertîp Qasim Rizayî, fermandê sînorvaniya Komara Îslamî ya Îranê li kêleka lidarxistina vê merasimê li gotûbêja bi nûçegîhanan re, bal kişand ser hevkriyên sînorî yên Iraq û Îranê û got: Îran li dû xurtkirina hevkariya bi welatê dost û bira yê Iraqê re ye.
Fermandê sînorvaniya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dijmin bi dû pêkanîna fitne û bêtiafqiyê navbera gelê Îranê û Iraqê ne û destnîşan kir. Divê em her tim li bara komplo û bêtifaqiyên ku dijmin çê dikin, hişyar bin.
Wî destnîşankir: Îran amadeyî her cure hevkariya bi sînorvaniya Iraqê re ye.
Hamid Ebdullah El-Huseynî, fermandê ewlehiya giştî ya Iraqê jî Îma Xumêynî(RE) kesyetiyekî pir mezin û birêz da zanîn û got: Min erka xwe zanî ku bên zîyareta tirba Îmam xumêynî (RE) û rêzê lê bigrim.
Fermandê ewlehiya giştî ya Iraqê bi taximekê re sefera Têhranê kiriye.