Tebax 13, 2018 12:35 Asia/Tehran
  • Taxima aborî ya Îranê gihêşte Sûriyê

Alîkarê wezîrê rê û bajarçêkirinê yê Komara îslamî ya Îranê yekşemê şev bi taximeke derecebilind re bona berfirehkirina hevkariyên di navbera Şam û Têhranê de gihêşte Şamê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Emîr Emînî alîkarê projeyan û birêveberiyê yê wezîrê rê û bajarçêkirinê yê Komara îslamî ya Îranê bona şopandina rêketinama berfirehkirina hevkariyên aborî yên di navbera Têhran û Şamê de yekşemê şev gihêşte Şamê û Raniye El-Ehmed alîkara wezîrê aborê yê Sûriyê pêşwaziyavê taxima îranî kir.

Hatiye ragihandin ku li vê seferê hin berpirsên Komara îslamî ya Îranê jî  bi alîkarê wezîrê rê û bajarçêkirinê yê Îranê re sefera Sûriyê kirine û qirar e ev taxima îranî bi hin karbidestên Sûriyê re jî gotûbêjê bike.

Hatiye ragihandin ku di vê seredanê de taxima îranî dê tev karbidestên Sûriyê li ser hevkariyên bankî û teranzîtî jî gotûbêjê bikin.

Qirar e li van gotûbêjan li ser çawaniya hêsankariyên tecarî yên di navbera Sûriyê û Îranê jî bê axivtin.