Rûhanî: Ewlehî û aramiya Xezerê yek ji destkewtên îmzekirina Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bi îmzekirina Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê pêngaveke nû ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya navçê û peywendiyên baştir ên welatên pervava deryaya Xezerê hatrakirin.
Hesen Rûhanî roja tyekşemiyê û piştî îmzekirina Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê li civîna hevpar a rojnamevaniyê ya vê deryayê, got: Nêzîkbûna dewletan, berçavgirtina berjewendiyên neteweyî û dîrokîbûna peywedniyên gelên navçê, bû sedema îmzekirina 7 belgeyan, bi taybet Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku ji destkewtên pir giringe Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê , ewlehî û aramiya vê deryayê ye û got: Eva ku eşkere hat raghandin ku deryaya Xezerê tenê ya 5 welatên peravê ye, tu hêzeke biyanî nikare têde hatûçûyê bike û ewlehiya vê deryayê tenê di îxtiyara 5 welartên peravê de ye, tê wateya tesbîtkirina ewlehiya deryaya Xezerê.
Rûhanî her wiha tranzît û nift û gazê ji wan puen û zirûfên heyî li deryaya Xezerê da zanîn û got: Îran li warê tranzîtê roleke giring heye û li rojhilata deryaya Xezerê bi hevkariya Tirkmenistan, û Qezaqistanê û li rojava bi Komara Azerbaycanê û Rûsiyê dikare Ewrûpa, Asiyaya navendî û Qefqazê bizeliqîne avên başûrê kendava Farsê û Umanê û eav tê vê wateyê ku deryaya Xezerê dikare tranzîtek bo navçê û dervey navçê be.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir ku pêngavên giring ku ji bo aramî û ewlhia zêedtir ên deryaya Xezerê hatien rakirin, ser qeznaca hemî gelên navçê bin.
Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê roja yekşemiyê û li opêncemîn civîna rayedarên welatên peravê Xezerê li li bendera Aktaoyê ya Qezaqistanê û bi beşdariya serokkomarên pênc welatên Îran, Rûsiye, Qezaqistan, Komara Azerbaycan û Tirkmenistanê ji aliyê nûnerên van welatan hat îmzekirin.