Tebax 12, 2018 16:15 Asia/Tehran
  • Qasimî: Viyana gelan nikarin bi zor û gefê biguherînin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, got: Viyana gelan nikarin bi zor û gefê biguherînin

 Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê wek berteka li hember boykotên Emerîkayê li dijî Tirkiyê li gotûbêja  bi IRIB Newsê re got: Îran tim û li hemî qonaxan li kêleka welêt, gel û dewleta Tirkiyê bûye.

  Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir: Peywendiyên navbera Tirkiyê û Îranê ku her tim peywendiyên baş bûne, îro jî mîna berê  bi başî pêşde diçin û her du welat dikarin di rewşa niha jî , ji hev û du re şirîkên baş bin.

  Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, hêvî kir: Eqlaniyet û huişmendî vegere  cîhanê û peywendiyên  navbera welatan, peywendiyên  li gor  eql, hişmndî û nêta xêrê bin.

 Wezareta darayiyê ya Emerîkayê, Ebdulhemîd Gul, wezîrê, dadweriyê û Suleyman Soylû wezîrê karên hundir ê Tirkiyêji ber rola wan li girtin û şermezarkirina Endrû Bronson, keşeyê emerîkî yê hewskirî li Tirkiyê, boykot kir.

 Dewleta Tirkiyê, Endrû Bronson, cotmeha 2016`an  bi tawana  kiryarên terorîstî û peywedniya bi Rêxistina Fethullah Gulen re girt.