Tîrmeh 23, 2018 13:46 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Îranê gellek bername ji bo sekinîna li hemberî boykotên niftê hene

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser boykota niftî ya Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Amerîkayê va û got: Heke rewş bi awayekî be ku Îran nekare nifta xwe bifiroşe, Komara Îslamî gellek bername ji bo sekinîna li hemberî vî karî hene.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Ebas Iraqçî roja Duşemiyê li gotûbêja bi kanala Al Alamê bi gotina vê yekê ku Îran hewil dide negihêje nuxteyekê ku bixwaze kiryarekê ji bo sekinîna li hemberî boykotên niftê pêk bîne, got: Civata cîhanî, hevpeymanên Amerîkayê bi taybet ewropî, Çîn, Rûsiye û Hind li benda gihîştina Îranê bo nuxteya sekinîna li hemberî boykotên niftî yên Amerîkayê nînin û ji ber vê yekê bi Têhranê ra muzzakirê dikin da ku xwestekên Îranê dabîn bikin.

Iraqçî derbarê pakêta pêşniyarî ya Ewropayê derbarê Lihevkirina Atomî jî got: Ev pakêt warên cûrbicûr ênnift, gaz, sîgorta, bank û hemî babetên ku xwestekên Îranê ji Lihevkirina Atomî heye, digire ber xwe û Têhran li benda vê ye ku rêkarên pratîkî ji bo cihanîna van sozan bên dayîn ku ev mijar hema wisa li halê gotûbêjê ye.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha derbarê stratijiya siûdiyan derbarê Îranê got: Erebistana Siûdî divê li cûreya styratijiya xwe derheqê navçeyê û cûreya nirxandina xwe ji siyasetên Îranê bide ber venihêrînê.

Iraqçî bi gotina vê yekê ku navçeya Rojavaya Asyayê ji ber şaşitî û hisabên berdewam ên Erebistanê li navçeyên rencê dikişîne, destnîşan kir: Tevahiya pirsgirêkên ku li Yemen, Behrêyn, Libnan, Qeter, Sûriye û Iraqê qewimîne ji ber şaşitiyên berdewam ên Erebistanê ne.