Tîrmeh 23, 2018 13:46 Asia/Tehran
  • Xetê berhemanîna mûşeka Hewa bi hewa ya îranî ya Fekûr hat vekirin

Xetê berhemanîna mûşeka Hewa bi hewa ya îranî ya ``Fekûr`` îro anku Duşemiyê bi amadebûna Wezîrê berevanî û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Îranê hat vekirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê berevanî û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Îranê, Emîr Sertîp Emîr Hatemî li vê rêûrismê got: Pispor û zanayên îranî karîn tevî hebûna boykotan, piştî bidawîhatina dîzayn, çêkirin û ezmûna avêtina serketî ya mûşeka Fekûr li Nîsana 2017an, niha xetê berhemanîna wê bi saya bikaranîna şiyan û derfetên xwecihî û navxweyî bi rê xînin.

Sertîp Hatemî bal kişande ser stratijiya Wezareta Berevaniyê ya Îranê li warê hişmendkirina çek û alavên hewce ji bo hêzên çekdar û got: Fekûr mûşekeka hewa bi hewa ya radarî ya Navînmenzîl e ku li ser esasa dawîn têknolojiyên rojê yên cîhanê hatiye dîzaynkirin û çêkirin û dê bibe sebeba xortkirina şiyana şêrr a hêza hewayî.