Tîrmeh 21, 2018 18:20 Asia/Tehran
  • Şîrketên japonî naxwazin kirrîna nifta Îranê rawestînin

Serokê Civata Firoşerên Mezin ên Nifta Japonê pêgirî li ser domandina kirrîna nifta xav a Komara Islamî ya Îranê kir.

Li gorî rapora kanala NHK ya Japonê, Takaşî Têsokîoka got: Japon di warê çavkanîyên xwezayî de hejar e û gellekî hewcedarê nifta Komara Islamî ya Îranê ji bo gerandina aborîya xwe ye.

Serokê Civata Firoşerên Mezin ên Nifta Japonê biryara rayedarên Amerîkayê ya sepandina dubare ya boykotan ser Îranê de nemaqûl zanî û ji rayedarên dewleta Japonê xwest ku li hemberî zextên Amerîkayê teslîm nebin.

Rayedarên amerîkî piştî vekişîna Waşîngtonê ji Rêketinama Atomî ragihandine, bikirrên nifta Komara Islamî ya Îranê divê heta 4`ê Mijdarê kirrîna niftê ji Îranê kuta bikin ji ber ku heke vê yekê nekin dê bikevin ber boykotên Amerîkayê.