Tîrmeh 21, 2018 11:19 Asia/Tehran
  •  Îranê qanûna nijadperestane ya parlemana  Rejîma Siyonîstî şermezar kir

Bedevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îniyê şevê pejirandina pêşnumaya nijadperestane ya ``welatê cihû`` li paremana Rejîma Siyonîstî şermezar kir û got: Apartayd li Filistîna dagirbûyî dê bi viyan û berxwedana gelê Filistînê bê jinavbirin.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Behram Qasimî, destnîşan kir ku Rejîma  narewa û nijadperest a siyonîstî li gor dagirkirina  Filistînê û tevkujiya xwediyê sereke yên  vî welatî pêk hatiye û kiryara vê dawiyê ya  parlemana  vê rejîmê, mahiyet û nihêrîna  nijadperestane ya vê rejîmê li 70 salên  buhurî piştrast kir.

  Qasimî her wiha diyar kir: Piştgiriya giştalî ya Emerîkayê ji Rejîma siyonîstî û kiryara  dewleta Trump ya guhestina  balyozxana  vî welatî bo Qudsê û hewldana  hin welatên erebî li normalkirina  peywendiyan tev talankirên  erdê  Filistînê û mehkemenekirina vê rejîmê ji ber binpêkirina  qanûn û qayîde û qirarên  navneteweyî û kuştina  rojane ya  xelkê mezlûm ê filistînê, bûye sedema  rûçirî serhişkiya wan ji bo dewama  siyaseta cihûkirina  Filistînê û paqijkirina  wê ya qewmî ku bê guman dê bibe sedema  nearamî û zêdebûna bêewlehiya  zêdetir li navçeyê.

 Bedevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  serdema  apartyadê dawî bûye û destnîşan kir: Nijadperestî li Filistîna dagirbûyî jî dê bi viyan û berxwedana  gelê Filistînê û gelên  misilman û azadîxwaz ên cîhanê ji holê rebe.

  Parlemana  Rejîma  Siyonîstî roja pêcşemiyê tevî dijberiyên  berfireh ên  pêşnumaya  nijadperestane yê welatê cihû, pejirand.

  Qanûna  nijadperestane ya welatê cihû, Filistînê, erdê siyonîstan dizane û filsitîniyan ji hemî mafên welatîbûnê bêpar dike.