Tîrmeh 18, 2018 19:01 Asia/Tehran
  • Wall Street Jornal: Fistixê Îranê, qazanckirê şerê ticarî yê Amerîka û Çînê

Rojnama Wall Street Journal`ê li raporekê nivîsî, bi xêra şerê ticarî yê Trump digel Çînê, Îran bi zûtirkê wê dewsa Amerîkayê li bazara geş a fistixê (fistiqê) Çînê bigire.

Li gorî rapora Navenda Nûçegihanên Ciwan a Îranê, rojnama Wall Street Journal`ê li raporekê ragihand ku cotkarên fistixê yên amerîkî bi dû şerê ticarî yê Trump yê digel Çînê tûşî xisareke giran bûne.

Ev rojnama di vî warî de dinivîse: bi xêra şerê ticarî yê Trump digel Çînê û jordaçûna bihaya avê li Kalîfornyayê, cotkarên fistixê yên amerîkî ku sala buhurî tevî xercên giran ên çandina vê hasilê, ji derfirotinê gellek qazanc dikirin, niha li ber îflasa tam de ne.

Piştî biryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya zêdekirina xeraca derkirrîna pola û bafûnê ji Çînê, Pêkenê jî bi pêngaveke tolhildanê, baca kirrîna fistixê ji Amerîkayê ji sedî 5`ê jorda bir û gîhand sedî 45`ê.

Sedî 99`ê hasila fistixa Amerîkayê li Kalîfornyayê tê berhevkirin û Çînê bi jordabirina baca derkirîna vê hasilê, bi qest aborîya vê eyaletê kirîye armanc ku li hemî hilbijartinan Komarxwaz bi zehmetî li vê eyaletê dengan bi dest dixin.

Amerîka niha bifiroşê herî mezin ê fistixê li cîhanê ye û Îran jî li rêza duyem e.