Tîrmeh 18, 2018 17:47 Asia/Tehran
  • Hêzên çekdar ên Îranê bona bersivdayîna li êrişkeran tam amade ne

Wezîrê berevaniya Îranê ji amadetiya tam a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ji bo bersivdayîna li her cure gefa dijminan agahî da.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya wezareta berevaniyê, emîr sertîp Emîr Hatemî, wezîrê berevaniya Îranê, roja çarşemê, li seredana Koma Pêşeyên zirixî ya Benî Haşim a Durûdê li Têhranê got: Hêzên çekdar bi hebûna zirûfên zav ên avedankirinê û stratejiyên guncav û alavên nûjen û pêşketî, tam ji bo rawestana li ber her êriş û destdirêjyekê amade ye.

Sertîp Hatemî, bal kişand ser pîlanên dijmin ên di warê aborî de ya dijî Îranê û got: Bi piştevaniya xelkê û hewldana dewletê, pişkeka mezin a pîlanên dijminan pûç bûn û dijmin wê di vî warî de jî wek berî têk here.

Wezîrê berevaniya Îranê, herwiha bal kişand ser vê yekê ku di warê pêşeyên berevaniyê de, Îran ji welatên bijare yên dinyayê ye û herwiha got: Çek û alavên berevaniyê anegorî hewcetiya hêzên çekdar berhem tên.