Tîrmeh 18, 2018 15:38 Asia/Tehran
  • Zerîf: Ewrûpa li dewsa axivtin û daxûyaniyan bila gotinên xwe bêxe meriyetê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser girîngiya pêwendiyên navbera Îranê û Ewrûpayê piştî derketina Amerîkayê ji nav rêketina navokî û destnîşan kir: Xêncî sozên siyasî ku ewrûpî li çarçova pêbendiya li ser rêketina navokî didin, wexte ku ewna gotinên xwe têxin meryetê.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya tev yoro Newsê, destnîşan kir ku niha wexte Ewrûpa xîncî daxûyanî û gotinên ku li serpêndiya bi rêketina navokî dide, siyasetên îcrayî li çarçîva vê rêketinê berçav bigre, bitaybet li babeta dan û istandinên bankî tev Îranê, sermayeguzariyên li Îranê û li babetên dine wekî enirjî, teranzît û piştevaniya ji navendên biçûk û yên navîn.

Zerîf li bara hevdîtina vê dûmahîkêye Donald Trump serokkomarê Amerîka û Velademîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê li Fenlandê û gotinên wan li ser nêhrîna hevpar li bara Sûriyê û got: Pêwîste xelkê Sûriyê bi xwe bona çarenivîsa xwe biryarê bigrin û gelê Sûriyê heta niha çi li hemberî terorîstan û çi jîli hemberî êrişên fanatîk, bibaşî li ber xwedane.

Wî got. Îranê hevahengiyekî baş tev Rûsiyayê û Sûriyê heye û ev hevkariyên hanê dê bêne domandin û ev hevkariyên sêalî li dijî terorîstan dê bê domandin.