Tîrmeh 17, 2018 17:41 Asia/Tehran
  • Hevhatina Rûsiye û Ewropayê ji bo sekinîna li ber boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê

Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li ofîsa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Viyenê qala hevhatina digel aliyên ewropî derbarê tevdîra sekinîna li ber boykotên Amerîkayê dijî Îranê kir.

Li gorî rapora Inter Faxê, Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li ofîsa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Viyenê, Mîxaîl Oliyanov roja Sêşemê got: Ev lihevkirina bi aliyên ewropî ra ji bo parastina çalakiyên aborî yên kompaniyên ewropî û rûsî li hemberî boykotên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê ye.

Inter Faxê ji zarê Oliyanov nivîsî ku rûsan û ewropiyan derbarê amadekirina tevdîrên hevpar li vî warî da li hev kirine.

Konseya Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Duşemê birojkirina qanûnên sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê dijî Îranê pesend kir û bi daxûyaniyekê ragihand: Armanc ev e ku pêvajoya cihanîna van qanûnan , ji roja 7ê Tebaxa 2018an va beriya vejiyandina yekem pakêta boykotên Amerîkayê dijî Îranê tê kemilandin.

Rêzikên sekinînê rê didin kompaniyên aliyê danûstandina bi Îranê ra ku ziyanên ji ber boykotên seratir ji welatan ên Amerîkayê cubran bikin û bona wan daxwaza  berdêlê bikin.