Tîrmeh 17, 2018 17:22 Asia/Tehran
  • Itirafa Trump derbarê sepandina şerê aborî dijî Îranê

Serokomarê Amerîkayê li ser stratejiya xwe derbarê sepandina şerê aboriyê dijî Komara Îslamî ya Îranê mukur hat.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Duşemê li hevpeyivîna bi Fox Newsê re tevî piştrastkirina stratejiya xwe derbarê sepandina şerê aborî dijî Îranê, îdia kir: Piştî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî, rewşa Îranê aloz bûye.

Trump îtiraf kir ku Amerîka ji tevgerên nerazî û bi giştî ji her cûre alozî û nearamiyê li Îranê piştgiriyê dike.

Îdiayên Trump derbarê piştgiriya ji gelê Îranê li halekî tê hilêxistin ku Amerîka bêyî berçavgirtina bandora boykotan li ser jiyana gelê Îranê, hewil dide ku zextên aborî  û malî yên kêmdîtî bîne ser Îranê.

Trump her wiha bal kişand ser hevdîtian xwe û Vladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê li Hilsînkiya Fenlandê û got ku dewama piştgiriya Pûtîn ji Lihevkirina Atomî ji ber danûstandina ticarî navbera Îranê û Rûsiyê ye û ji ber vê yekê ev lihevkirin li ser xêra Moskoyê ye.