Lidarxistina panzdehemîn dewra gotûbêjên siyasî yên Îran û Hindistanê li Dêhliyê Nû
Panzdehemîn dewra gotûbêjên siyasî yên Îran û Hindistanê roja dşemiyê bi beşdariya hin nûnerên dezgehên curbicur ên dewletên her du welatan li Dêhliyê Nû hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Ebas Iraqçî, alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê û Vîcêy Goklê, qayîmeqamê wezareta karên derve ya Hindistanê li vê civînê, dawîn alûgurên têkildarî rêketina navokî û çawaniya dewam hevkariya her du welatan piştî derketina Emerîkayê ji vê hevhatinê hilkoland û bidestxistina însiyatîv û bernamên nû ji bo xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên dualî pêwîst da zanîn.
Iraqçî û Goklê, rêketina anvokî destkevta giring a dîplomasiyê û ya hemî civak navneteweyî da zanîn û ser pêwîstiya sekinîna hemî aliyan û cihanîna tam a naveroak wê teqez kirin.
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê û Vîcêy Goklê, qayîm meqamê wezareta karên derve ya Hindistanê her wiha li bara hevkariya li warên siaysî, ewlehî, konsûlî û meselên navçeyî bi taybet Efxansitanê û xurtkirin û dewama hevkariyan li berfirehkirina bendera Çabuharê û warên din gotûbêj kirin.
Seyd Ebas Iraqçî ku sefera Hindistanê kiriye, îro duşemiyê tev Mubeşir Cawîd Ekber, wezîrê mişêwir li karûbarên derveyî yê Hindistanê jî hevdîtin pêk anî û piştî wê li nava koma lêkolên bi nav û deng ê hindî li binyata Observerê li Dêhliyê nû, helwestên Komara Îslamî ya Îranê li bara meselên navneteweyî, navçeyî û peywendiyên dualî tev Hindistanê hilêxistin.