Rayedareke NY: Îranê roleke dîyarkir di warê pêkanîna aştîya cîhanî de heye
Seroka navenda lêzanînên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Têhranê got: Komara Îslamî ya Îranê tim ji bo damezrandina aşitî û aramiyê li cîhanê roleke kêrhatî hebûye û mînakên wê li belgeyên dîrokî û howiyetî yên Îranê hene.
Li gorî rapora IRNA`yê, Marya Dotsênkoroja duşemiyê li kêleka lidarxistina nîşangeha wêne û belgeyên dîrokî li Erakê li navenda Îranê diyar kir: wêneyên ku li vê nîşangehê hatine nîşandayîn, hin beşên çand û medeniyet û rola Komara Îslamî ya Îranê li xebatên bi aşitî li hevkariya vi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li dirêjahiya 4 dehekên buhurî nîşan dide.
Dotsênkoyê her wiha diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê, tim hevkariyên berdewam li warê damezrandina aşitiya cîhanî tev Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hebûye û ev xebat li halê zêdebûnê ne.
Seroka navenda lêzanînên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Têhranê destnîşan kir: Îran di rêza van 50 welatan e ku bûn endamê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî.
Dotsênko bal kişand ser vê yekê ku 18 ajans û saziyên NY ser deweta Komara Îslamî ya Îran li Têhranê de ne û diyar kir: Îranê li pejirandina daxûyaniya sala 2013`an a NY ku li bara mijara şîdetê li cîhanê bû, roleke giring hebû.
Nîşangeha wêne û belegyên dîrokî roja duşemiyê bi hevkariya IRNA`yê û navenda lêzanînên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Erakê xebata xwe destpê kir û dê heya 23 tîrmehê jî bidome.