Tîrmeh 16, 2018 17:21 Asia/Tehran
  • Serleşker Hatemî: Pêşeyên berevaniyê yên Îranê zirûfa hevrikiyê heye û li gor hevcetiyên welêt e

Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: Pêşeyên berevaniyê yên Îranê li hemî waran ji wan warê hewayî, bejahî, deryayî, mûşek û balefirên bêfirokevan zirûfa hevrikiya tev pêşeyên cîhanî heye û li gor hevcetiya berevaniyê ya Îranê ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serleşker Emîr Hatemî, roja duşemiyê bal kişand ser vê yekê ku gefa Emerîkayê li dijî Îranê  hema îdiayek e û diyar kir: Komployên  dijminan mîna  komployên berê bi hişmendiya  gelên navçê û îqtidara berevaniy ya  Komara Îslamî tê bê encamkirin.

Sertîp Hatemî, bokot, parvekirina  welatên navçê û piştgiriya ji komên  terorîstî ji armancên  demdirêj ên dijmin da zanîn û got: Îranê par karî ku  pişkeke mezin ji komployên  dijminan bona piştgiriya ji terorîstan û hewldana  ji bo  hilweşandina  welatan bêencam bike û di rewşa niha jî komploya  dijminan li baa  zexta Aborî dê işkestê bixwe.

Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê, zirûfên  mezin ên însanî û zanistî heye  ku boykot nikarin li hember van zirûfana bisekinin.

Sertîp Hatemî destnîşan kir: Boykota dijmin dibe sedema  bihêztirbûna  Îranê û belavbûna  tovê kîn û nifretê ji wan di dilê gelê Îranê.

Trump serokkomarê Amerîka  heştê meha Gulana 2018` an  bi dubarekirina  tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana  boykotên  navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.