Tîrmeh 16, 2018 16:51 Asia/Tehran
  • Qasimî: Naveroka muzakirên Wilayetî tev serokkomarê Rûsiyê nehatiye weşandin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Naveroka muzakirên şêwirmendê rêberê giranqedr ê Iqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî yên tev serokkomarê Rûsiyê nehatiye weşandin.

Behram Qasimî, Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja duşemiyê li civîna  rojnamevanyê tev nûçegîhanên navxweyî û biyanî bal kişand ser hevdîtina Elîekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, tev Viladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê li çarşemiya buhurî û  peywendiya wê bi hevdîtina  îro ya serokkomarên Rûsiyê û Emerîkayê li Helsînkiya Fenlandê û got: Ev hevdîtina tu têkiliyek bi meselên Îranê re tine û Têhran tu cure peyamek ji bo Donald Trump serokkomarê Emerîkayê tine.

Qasimî destnîşan kir: Naveroka muzakirên du sietî yên Wilayetî li Rûsiyê nehatiye weşandin û tişta ku li medyayann hat hilêxistin, naveroka sereke ya muzakiran nîne.

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê raghand  ku sefera Wilayetî ya Moskowayê bi hevdengiya  Wezareta karên derve wek şandiyê taybet ê serokkomar tev peyamê êberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bo serokkomarê Rûsiyê cih hat û got: li hevdîtina şêwirmendê rêberê giranqedr ê Iqilaba Îslamî tev serokkomarê Rûsiyê, mijarên  curbicur  li warên  dualî, navçeyî û navneteweyî hatin hilêxistin.

Qasimî li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB Newsê li bara sefera îro ya seyd Ebas Iraqçî, alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îran bo Hindistanê û hitmala muzakieya tev rayedarên  vî welatî li bara  derfrotina  nifta Îranê bo welatê hanê piştî boykotên Emerîkayê got: Sefera Iraqçî bo Hindistanê li çarçoveya  hevdîtinên  siyasî yên sîstematîk  tev piraniya  welatan di dirêjahiya salê û bi nobe hatiye lidrxistin û li bara  meselên dualî, navçeyî û navneteweyî û mijarên li gor elaqetên  her du welatan , gotûbêj tê kirin.

 Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  destnîşan kir: Hindistan ji şirîkên   berê û bi pêşîne yê me ye û her  du welatan peywendiyn  berfireh û baş bi hev re hene.

Qasimî li bara  biryara Îranê ya mayîn an derketina ji rêketina navokî piştî raberkirina  paketa pêşniyarî ya Ewrûpayê got: piştî derketina neqanûnî ya Emerîkayê ji rêketina navokî li Ewrûpayê û heta Çîn û Rûsiyê ev baweriya hebû ku ev hevhatina  navneteweyî were parastin tevî ku  hin bername bên texmînkirin ku Îran bikaribe ji  feydeyên  rêketina navokî behreyê wergire.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  her wiha destnîşan kir: Firseneke  zêde ya biryardayîn ji bo Ewrûpa û welatên  mayî li rêketina navokî tine û bêguman nikarin, aboriya  Komara Îslamî ya Îranê jibo  biryara  şirîkên din ên  mayî li rêketian navokî xisar bikin.