Tîrmeh 16, 2018 16:35 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Siyaseta şeytanî ya Amerîkayê derbarê Filsitînê dê serê xwe negire

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetulla Xamineyî sibeha îro Duşemiyê li hevdîtina bi karbidestên Sazîya Karên Hecê destnîşan kir: Siyaseta şeytanî ya Amerîkayê derheqê Filistînê dê nema serê xwe bigire.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî bala xwe da ser hewildana dijminan ji bo sekinîna li hemberî misilmanan bi taybet li mijara Filsitînê û bûyerên Yemenê û bi bîr xist: Vê demê amerîkiyan navê siyaseta xwe ya şeytanî derbarê Filsitînê de danîne ``Danûstandina Sedsalê``, lê bila ew bizanin ku bi kerema Xwedê ev Danûstandina Sedsalê dê nema serê xwe bigire û bi koriya çavê rayedarên Amerîkayê, dê mijara Filistînê ji bîr nebe û  Quds wek paytexta Filsitînê bimîne.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku gelê Filsitînê dê li hemberî vê komployê raweste û gelên misilêman jî dê pişta gelê Filsitînê bigirin, got: Helbet hin dewletên îslamî ku tu baweriya wan bi îslamê nîne, ji ber ehmeqî û nezanî û timakariyên dinyayî bûne pêşmergên amerîkiyan, lê bi alîkariya Xwedê, umeta îslamê û gelê Filistînê dê li hemberî dijminên xwe ser bikevin û dê wê roja ku koka rêjîma sexte a siyonîst li welatê Filsitînê bê qelandin, bibînin.

Wî her wiha bal kişande ser bûyera Mescid ul Heram û karesata Minayê di sala 2015`an da û ew wek ``zilmekî mezin`` da zanîn û tevî pêgiriya li ser pêwîstiya şopandina berdewam û ciddî ji bo wergirtina heqên di vî warî de, got: Ev daxwaz bi tu awayî divê neyên jibîrkirin, ji ber ku li van du bûyeran, dabînkirina ewlehî û êminiya heciyan ku erka herî girîng a hikûmeta Erebistanê ye, nehat berçavgirtin û berdêla xwîna kesên kuştî jî nehat dayînê.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku keibeya şerîf û Mescid ul Heram û Mescid ul Nebî yên hemî misilmanan in,  ne yên kesên ku desthilata wî welatî di destê wan da ye, got: Mafê tu kesî tune rê li ber serêxwegirtina têgehên rastî yên hecîtiyê bigire û heke hikûmet an dewletek vî karî bike, di rastiyê de "«صدّ عن سبیل الله»" riya Xwedê girêdaye.