Tîrmeh 16, 2018 12:07 Asia/Tehran
  • Qasimî: Danûstandinên berfireh tev welatên cîhanê siyaseta sereke ya derveyî ya Komara îslamî ya Îranê ye

Berdevkê wezareta karên ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: ``Siyaseta derveyî ya Komara îslamî ya Îranê gor danûstandinên berfireh tev welatên cîhanê hatiye danîn``.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî Berdevkê wezareta karên ya Komara Îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên duh Yekşemê destnîşan kir: ``Siyaseta sereke ya Komara îslamî ya Îranê ragirtina rêz û hurmeta welatên cîhanê û xwetêkelînekirina nav karûbarên welatên din e û Îran hema dewamê dide van cure siyasetên xwe û Têhran li gorî berçavgirtina zirûfên heyî û karayiyên heyî di nav welatên cîhanê, peywendiyên xwe tev welatan berfireh dike``.

Berdevkê wezareta karên ya Komara Îslamî ya Îranê li bara çawaniya berfirehkirina hevkariyên abûrî yên Îranê tev welatên cîhanê jî got: ``Komara Îslamî ya Îranê li destpêkê berê xwe dide peywendiyên abûrî tev welatên cînar û derûdora xwe``.

Qasimî her wisa bal kişande ser hevkariyên Têhran û Moskowayê li babeta xebata dijî terorîzmê li Sûriyê û destnîşan kir: ``Rûsiya wekî welatekî bi hêz ê navçê û cîhanê bona Îranê girîngiyeka taybet heye û li vî halî da Moskowa û Têhranê li hinek babetên navçeyî nêhrînên wekhev hene bo nimûne siyaseta her du aliyan li babeta meselên Sûriyê wek hev e û her du welat jî li nav Sûriyê hene û alîkariya dewleta Şamê dikin ku eva jî ser vexwendina dewleta Şamê bi xwe ye û hizûra Îranê li nav axa Sûriyê jî musteşarî ye``.