Tîrmeh 15, 2018 19:41 Asia/Tehran
  •  Sekinîna analîzorê karûbarên berevaniyê yên Pakistanê ser berfirehkirina peywendiyên eskerî yên  Têhran û Îslambadê

Analîzorê bi nav û deng ê karûbarên berevaniyê yê Pakistanê, berfirehkirina peywendiyên eskerî yên Têhran û Îslamabadê ser qezanca navçê û cîhana îslamê da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Telet Mesûd roja şemiyê li Îslambada paytexta Pakistanê, sefera tê ya serdar serleşkir Muhemed Baqirî serokê erkantiya  giştî ya  hêzên çekdar ên Îranê bo Pakistanê, nîşna aşekere  ya berfirehkirina peywendiyên  berevanî û eskerî navbera du welatên cînar da zanîn û got: Her sefereke  rayedarên  pilebilind  ên siyasî û eskerî ji Îranê bo Pakistanê û berûvajî dikare  bibe sedema aramî û ewlehiya mayînde li navçê.

  Vî generalê teqawutbûyî yê artêşa Pakistanê bi şirovekirina  giringiya sefera taxima pilebilind a eskerî bo Pakistanê got: Berfirehkirina peyweniyên du welatan, alîkariyeke  bi bandor  bo têkbirina terorîzmê û fanatîzmê li sînorên  hevpar dike.

 Vî analîzorê karûbarên  berevaniyê yên Pakistanê bal kişand ser vê yekê ku  hizûra eskerî ya hêzxurtên  cîhanê li navçê, bêewlehî û nearamiyê ji bo xelkê û welatan xelat aniye  û destnîşan kir: Berfirehkirina  peywendiyên eskerî û  berevanî û ewlehiyê navbera Îran û Pakistanê dikare  berjewendiyên  neteweyî yên her du welatan li navçê dabîn bike.

 Serdar serleşkir Muhemed Baqirî,serokê erkantiya  giştî ya  hêzên çekdar ên Îranê û komek ji rayedarên  pilebilind ên eskerî yên Komara Îslamî ya Îranê ser deweta general Qemer Cawîd Bacuwa, fermandê hêza bejahiyê ya artêşa  Pakistanê li rojên tê sefera vî welatî dike.

 Berfirehkirina  hevkarî û têkiliyên  berevaniyê yên Têhran û Îslamabadê, hevkariyên  hevpar ên sînorî, rawstana  li ber terorîzmê û alûgurên navçeyî û cîhana Îslamê ji mêhwerên  gotûbêja serokê erkantiya  giştî yê hêzên çekdar tev rayedarên  pakistanî ye.