Tîrmeh 15, 2018 18:36 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Dewlet dikare komployên Amerîkayê pûç bike

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî pêgirî kir: Dewleta Îranê bi mercê ku pêngavên pêwîst rake, dê bikare li hemberî pirsgirêkan ser bikeve û komployên Amerîkayê pûç bike.

Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedir ê Înqilabê vê sibê li civîna ku li gorî gazîkirina wî bi pişkdarîya serokomar û desteya wezîran a dewleta Komara Îslamî ya Îranê pêk hat, helwestên serokomarê Îranê li Ewropayê xurt û li gorî iqtidarê wesif kirin û got: Nîşandayîna iqtidarê li hemberî bîyanîyan nemaze li hemberî amerîkîyan karekî pêwîst e û ev kara divê di dema xwe de, zelal û teqil bê kirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî pêgirî li ser ``şopandina cidî ya kar û baran bi saya sûdwergirtina ji imkan û şîyanên welêt`` kir û got: Alîyên ewropî erkdar in garantîyên pêwîst têkildarî Rêketinama Atomî raber bikin lê nabe aborîya welêt bi vê mijarê ve bê girêdanê û ji ber wê were metelkirinê.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî herwiha pêgirî li ser ``pêwîstîya berfirekirina berdewam a dîplomasî û peywendîyên derve`` kir û got: Bilî hin babetên wek Amerîkayê, peywendîyên welêt bi welatên rojhilat û rojavaya cîhanê re divê bên xurtkirinê û liv û tevgera biarmanc a dîplomasîyê were zêdekirin.

Hezretê ayetulah Xamineyî herwiha amadekirina ``nexşerêya aborîya misoger û bi-istiqrar`` ji bo welêt pêwîst zanî û got: Heke nexşeriya aborîyê were amadekirinê, gel û çalakên aborîyê dê bizanibin ka çi bikin û bi hesta istiqrar û aramîyê bêne alîkarîya dewletê.