Xerazî: Bila dinya li hemberî zêdexwazîyên Amerîkayê bisekine
Serokê Konseya stratejîk a Peywendîyên Derve ya Komara Islamî ya Îranê, boykotên Amerîkayê li dijî Îranê zalimane wesif kirin û got: Civata navnetewî divê li hemberî Amerîkayê bisekine û li dijî boykotên Amerîkayê yên li hemberî Îranê derkeve.
Kemal Xerazî li civîna rojnamevanîyê li rex heftemîn Civata Aştîya Cîhanî li Pêkenê herwiha got: Amerêka ne tenê li hemberî Îranê belkî li hemberî cîhanê û ji wan Çînê astengîyan derdixe û di vê navberê de ji berê zêdetir hesta vê yekê heye ku divê civaka navnetewî ji bo sekinîna li hemberî yeklîtîya Waşîngtonê bisekine.
Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vîya ku armanca her muzakireyekê bidestxistina pêbawerîyê ye, ragihand: Îranê her cara ku bawerî li Amerîkayê kir û derbasî muzakirê bû ji wan têkildarî Efganistan û Rêketinama Atomî, encama berovajî bi dest xist û Waşîngtonê hertim rêketiname binpê kirine.
Wî bal kişand ser vîya ku gelê Îranê bi hegerên zef bawerîya xwe li Amerîkayê nayne, ragihand: Di rewşekê de ku Waşîngton belgeya ku dewleta wê wajo kirîye binpê dike û guh nade rêketinamên navnetewî, mirov çawan dikare bawerîya xwe li Amerîkayê bîne?
Xerazî herwiha Îran yek ji welatên herî ewleh û aram ên herêmê zanî û pêgirî kir: Îran bi helwesta sekinîna li hemberî hewildana Amerîkayê ji bo destwerdanê, dê wek berê serketinên zêdetir bi dest bixe.