Felahetpîşe bû serokê Komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê
Hezîran 25, 2018 17:32 Asia/Tehran
Hişmetullah Felahetpîşe bû serokê Komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê
Li gor rapora ajansa nûçan a Tabnakê Hişmetullah Felahetpîşe nûnerê îslamabada rojava îro li meclisa şêwra îslamî ya Îranê wekî serokê komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisê hate bijartin.
Hatiye ragihandin ku Hişmetullah Felahetpîşe wekî serokê vê komîsiyonê hate bijartin û Muhemed Mehdî Birûmendî wekî cîgirê ewil ê wî, Kemal Dêhqanî Fîrozabadî wekî cîgirê wî yê dudyan, Elî Necefî Xuşrûdî wekî berdevk, Muhemed Cewad Cemalî Nûbendeganî û Seyîd Musên Elewî wekî sekretirê ewil û dudyane Komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê hatine bijartin.
Pêştir Elaedîn Birûcirdî serokê vê komîsiyonê bû.