Hezîran 25, 2018 12:19 Asia/Tehran
  • Rûhanî serketina ducarî ya Erdogan li hilbijartina serokkomariya Tirkiyê lê pîroz kir

Serokkomarê Îranê li peyamekê serketina ducarî ya Receb Teyib Erdogan hilbijartina serokkomariya Tirkiyê li wî pîroz kir.

Hesen Rûhanî îro Duşemê li peyama xwe ya pîrozbahiya serokkomariya Erdogan hêviya xwe da diyarkirin ku li dewra nû, peywendiyên dostane û bi biratî di navbera Komara îslamî ya Îranê û Tirkiyê pirtir ji berê qahîm bibe û hevkariyên nîzik û berpirsyarane yên her du welatan li ser alûgorên navçê û cîhana îslamê rewşeka baştir ji bo çareserkirina pirsgirêkan û qahîmkirina aşitî û ewlehî û tenahiya navçê amade bike.

Rûhanî herwisa saxlemî, serketin , serbilindî, bextewerî û tenahiyê ji bo gelê Tirkiyê hêvî kir.

Hilbijartinên zûdem ên serokomarî û parlimanê yên Tirkîyê duh 24`ê Hezîranê birêket.

 Li gorî guherînên qanûna  binghîn a Tirkiyê ku par hat pejirandin, sîstema hikûmetî ya vî welatî ji nizama parlemanî guherî ser nizama serokatiyê û hilbijartinên serokomariyê 24 Hezîrana  Îsal li çarçoveya nizama nû tê hesabê ku bi cihanîna wê, serokkomar dê desthilateka zêdtir peyda bike û tev wêdebirina posta serokwezîriyê  dê serokatiya dewletê jî bigire istûyê xwe.

6 kes li nav Tirkiyê bûne berbijarên serokkomariya vî welatî.

Erdogan serokkomarê niha yê Tirkiyê, Temel Karamolaoglu serokê partiya Seadet, Muherem Înce berbijarê CHP`ê, Dogu Pirînçek serokê partiya Weten, Meral Akşiner seroka IYÎ partiyê û Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDP`ê namzedên hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bûn.