Rûhanî: Radyo û televîzyon di bereya pêşîn a rawestana li hember şerê rewanî yê dijmin de ne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Medya neteweyî di bereya pêşîn a rawestana li ber şerê rewanî yê dijminan ji bo derbelêxistina li bawerî û hêviya gel û her wiha hegera sereke ya seferberîya raya giştî ji bo rawestana li ber zext û zora çavnebaran e.
Hesen Rûhanî, berêvara çarşemiyê li civîneke bi serok, alîkar û rêveberên pilbilind ên Rêxistina Radyo û Televîzyonên Komara Îslamî ya Îranê re, bal kişand ser vê yekê ku rêveberên radyo û televîzyonê, di rewşa niha de erkeke giran ser milê xwe hene û bi zanîna vê yekê hemî hêza xwe erkên xwe cih tînin û diyar kir: Medya neteweyî roleke pir bi bandor li pêkanîna hêviyê û xurtkirina geşatî, yekitî û rêkûpêkiya civakê dilîze û dezgeheke xurt û kara li warê propaganda û pêlên erênî ye ku piraniya xelkê lê dinêrin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: rawestana li ber DAIŞ`ê li navçê û rola kêrharî ya Îranê li warê ewlehî û aramiya navçê û girtina pêşiya bêtifaqiyên ku dijmin çê dikin û piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînî bûye sedema nerhetiya diminên bi kîn û bê tivdîr ê gelê Îranê bûye û ew li dû vê yekê ne ku îqtidara vî gelî û nizamê têk bibin.
Rûhanî destnîşan kir: Îro ku nirxên Inqilaba Îslamî ya Îranê li piraniya cihên cîhanê bi bandor bûye û piraniya welatan û gelê cîhanê dilê xwe li van nirxana girêdane, dijmin li dû komploya li dijî van nirxana ye ku divê bi hewldan û fîdakariya li hember kiryarên wan berxwedanê bikin.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku bêguman, gelê Îranê li hember komplo û zextên bêmentiq ên dewleta Emerîkayê tu carî teslîm nebûye û ew jî dê tu carî neghêjine armancên xwe û got: Divê em hewl bidin her cure dilgiraniya xelkê li bara pêşerojê ku armanca dijmine, kêm bikin û wan xatircem bikin ku ti carî emê nehêlin xelkêjibo dabînkirina hevcetiyên xwe asteng bibin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku bê guman dewlet, meclis û saziyên din ên nizama Komara Îslamî ya Îranê li kêleka xelkê û bi rênimûniyên rêberê giranqedr dê pirsgirêkan çareser bikin û dijminan bêhêvî bikin û got: Ger li hember kîn û komploya dijminan em qahêm bisekinin,ew tu carî dê nekarin derbeyê li gel û nizama Îranê xînin.