Hezîran 21, 2018 16:20 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Meclisa Îranê li mijara Konvansyona Dijî Têrorîsmê li gorî tivdîra rêberê inqilabê kar dike

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Meclisa Îranê li mijara belgeya temamkir a Konvansyona Dijî Piştgirîya Darayîyê ji Têrorîsmê (CFT) dê li gorî tivdîrên rêberê giranqedir ê inqilabê kar bike

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Elî Larîcanî di bersiva pirsa nûçegihanekî têkildarî qedera pêşnuma tevlîbûna Îranê li Konvansyona Dijî Piştgirîya Darayîyê ji Têrorîsmê (CFT) de li gorî gotina duh a rêberê giranqedir ê inqilabê got: Bê guman em ê li ser vê mijarê nêrîna rêberê qedirgiran wergirin û dê meclis li gorî wê kar bike.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî vê sibê li hevdîtina digel serok, endam û hejmarek kadrên meclisa şêwra islamî ya Îranê dema ravekirina rêya durist a serederîya digel hin konvansîyon û peymanên navnetewî herwiha got: Ew peyman destpêkê li odeyên fikrê yên zilhêzên cîhanê û ji bo dabînkirina berjewendî û qazancên wan tên amadekirin û paşê bi hevrêtîya dewletên hevdeeng an dûvik û an tirsîyayî, qaşo dibin peymanên navnetewî bi awayekî ku heke welatekî serbixwe wekî Îranê wan qebûl neke, wî dixin ber haykûf û rexneyan û radigihînin ku wek mînak 150 welatî ew qebûl kirine hûn çawan wan ret dikin?

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî pêgirî kir: Meclisa şêwra islamî ya Îranê ku wêrek, têgiheştî û maqûl e, divê bi awayekî serbixwe qanûnan di warê mijarên wek têkoşîna dijî têrorîsmê û qedexekirina bikaranîna derhatên neqanûnî li karên qanûnî de bipejirîne.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha got: Helbet diqewime hin xalên peymanên navnetewî baş bin lê tu pêwîstîyek tineye li gorî wan xalan em tevlî konvansyonên wisa bibin ku haya me ji kûratîya armancên wan tineye yan jî em dizanin ku wan pirsgirêk hene.