Piştgiriya Vatîkanê ji Rêketina Navokî
Seyd Kemal Xerazî, serokê Konseya Istratejîk a Peywendiyên Derve ya Îranê piştî hevdîtina bi Pêtro Parolîn, serokwezîrê Vatîkanê got: Vatîkan, piştgirê rêketina navokî ye û tewsiyê li ewrûpiyan jî dike ku li vê hevhatinê bimînin û li riya berjewendiyên Îranê pêngavan hilînin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Xerazî, bal kişand ser vê yekê ku tev rayedarên Vatîkanê li bara mijarên curbicur ji wan meselên têkildarî navça rojava Asiyayê gotûbêj hatkirin û got: Vatîkan dikare roleke giring li girtina pêşiya zilmên navçên mîna cinayetên Rejîma Siyonîstî li dijî filistîniyan û bombebarana hovane ya Yemenê ji aliyê Erebistan û Îmaratê hebe.
Serokê Konseya Istratejîk a Peywendiyên Derve ya Îranê ku sefera Romayê kiriye, şeva sêşemiyê jî li hevdîtina Ênzo Movavro Mîlanzî, wezîrê karên derve yê Îtalyayê destnîşan kir: Ewrûpa divê jibo parastina rêketina navokî grantiyê bide.
Wezîrê karên derve yê Îtalyayê jî li v hevdîtinê got: Yekitiya ewrûpayê daxwaza parastian rêketina navokî dike.
Trump serokkomarê Amerîka bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê da û vegeryana boykotên navokî li mideha 3 heya 6 mehên tê raghand.