Serleşker Hatemî: Hêza berevanîyê ya Îranê bûye kelemê çevê dijminan
Wezîrê berevanîyê yê Îranê got: Tişta ku di destpêka Inqilaba Islamî de xîmê wê bi destê şehîd Mistefa Çemran li pêşeyên berevanîyê hat danînê, roja îro berhema xwe dide û di astekê de ye ku bûye kelemê çevê dijminan.
Serleşker Emîr Hatemî şeva buhurî li merasima salvegera şehîdbûna Mistefa Çemran li Têhranê herwiha got: Dijmin ku diqîrin û dibêjin ku divê şîyana mûşekî û hejmonîya Komara Islamî ya Îranê bê sekinandinê bi vê wateyê ye ku ew dixwazin hêza mûşekî ya Îranê bidin sekinandin.
Wezîrê berevanîyê yê Îranê herwiha got: Tiştên ku di warên bejayî, hewayî û deryayî de pêwîst bûn, niha ber destê Îranê hene.
Serleşker Hatemî herwiha got: Şîyana Îranê ya berevanîyê ne bi wateya şêrr e belkî Îran bi dû wê ye ku şerek li hemberî Îranê neqewime û ji bo ku şerek neqewime, divê em bihêz û xurt bin.
Şehîd Dr. Mistefa Çemran yek ji kesayetîyên bijare û mayinde yên Îranê ye ku bi derbasbûna 37 salan ji şehîdbûna mezlûmane ya wî, hela jî wek têkoşerekî tekûz û şoreşgirekî zane, bêhempa ji bo hêzên çekdar ên Îranê û berevanên inqilaba islamî wek rênîşanderekî ye.