Hezîran 20, 2018 18:17 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Divê meclis qanûnan têkildarî têkoşîna dijî têrorîsmê û qedexekirina bikaranîna derhatên neqanûnî li karên qanûnî bipejirîne

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî pêgirî kir: Meclisa şêwra islamî ya Îranê ku wêrek, têgiheştî û maqûl e, divê bi awayekî serbixwe qanûnan di warê mijarên wek têkoşîna dijî têrorîsmê û qedexekirina bikaranîna derhatên neqanûnî li karên qanûnî de bipejirîne.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî vê sibê li hevdîtina digel serok, endam û hejmarek kadrên meclisa şêwra islamî ya Îranê dema ravekirina rêya durist a serederîya digel hin konvansîyon û peymanên navnetewî herwiha got: Ew peyman destpêkê li odeyên fikrê yên zilhêzên cîhanê û ji bo dabînkirina berjewendî û qazancên wan tên amadekirin û paşê bi hevrêtîya dewletên hevdeeng an dûvik û an tirsîyayî, qaşo dibin peymanên navnetewî bi awayekî ku heke welatekî serbixwe wekî Îranê wan qebûl neke, wî dixin ber haykûf û rexneyan û radigihînin ku wek mînak 150 welatî ew qebûl kirine hûn çawan wan ret dikin?

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bal kişand ser aşkirabûna rezîl û şeytanbûna zatî ya zorbêjên navnetewî û got: Dîtina wêneyên cinayeta cidakirina bi hezaran zarokan ji daykên wan li Amerîkayê mêriv bêtebat dike lê amerîkî bi rezîlbûna tam zarokan ji dê û bavên koçber cida dikin.

Wî êrişên cinayetkarane û xwînavîn ên çend welatên xwedîyê çekên pêşketî ji bo derxistina benderekê ji destê gelê mezlûm ê Yemenê mînakeke din a firişka rezîl a zorbêjên cîhanî zanî û got: Ev dijminên mirovantîyê ji ber berxwedan û dadpwerîxwazîya gelê Îranê li hemberî Komara Islamî ya Îranê jî dijminatîyê dikin lê gelê Îranê bi kerema Xwedê dê bi parastina hevgirtin û yekitîyê li hemberî Amerîkayê û dijminên din ser bikeve.

Rêberê giranqedir ê inqila islamî ya Îranê herwiha got: Li gorî Quranê, tu yek ji soz û peymanên van cinayetkarana ne yê bawerpêkirinê ye û gell Îranê roja îro vê rastîyê bi zelalî dibîne.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser vê yekê ku şêwaza jîyanê ya welatên rojavayî berovajî têgeh û wateya rastî ya malbatê ye û pirsgirêkên bê rêçare ji bo wan pêk anîne û got: Dema pejirandina qanûnên çareserkirina pirsgirêkên malbatên îranî nabe ku bi çavê rojavayîyan li jin, zarok, dê û bavan binêrin.

Rêberê giranqedir ê inqila islamî ya Îranê li dawîya gotinên xwe pêgirî kir: Dijminên gelê Îranê bi rastî bêşxwaz û zorbêj in û eyan e ku Nizama komara Islamî ya Îranê û berpirsên wê dê neçin bin barê tu bêşxwazî û zorbêjîyekê.