Hezîran 19, 2018 09:03 Asia/Tehran
  •  Zerîf:Dema gotûbêja li bara kumikên navokî yên Rejîma Siyonîst gihêştiye

Wezîrê karên derve yê Îranê di twîtera xwe de bal kişand ser vê yekê ku herîkêm 80 kumikên navokî li Rojhilata Navînê hene û got: Tu yek ji wan kumikan li Îranê tune.

 Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê got: Ev kumik di destê şerxwazekî de ne ku  bi derewan tim li bara qaşo zêdexwaziyên Îranê hellahellayan dike.

 Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Dema wê hatiye ku em li bara gefa  rastîn a navçê û cîhanê gotûbêjekê destpê bikin ku ev midehek e maye derengiyê.

Rejîma Sioyonîst bi dizî ve û bi piştgiriya  Emerîkayê, naxweze ku tevlî peymana  qedexetiya  berhemanîn û  belavkirina çekên navokîyê( NPT) bibe. Evê rejîmê  bi berhemanîn û depokirina çekên navokî li Filistîna dagirbûyî û berhemanîna  çekên kîmyawî, navça Rojhilata Navîn kiriye depoya çekên tevkujiyê û xetereke cidî ji bo cîhan û navçê tê hesabê.