Hezîran 18, 2018 19:00 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê seredana Swîsra û Otrîşê dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, li serokatiya taximeka siyasî û aborî û li ser vexwendina fermî ya serokomarên Swîsra û Otrîşê, wê seredana van her du welatên ewrûpî bike.

Li gorî rapora roja dueşmê ya IRNA`yê, Perwîz Îsmaîlî, alîkarê pişka peywendî û ragihandinê ya nivîsgeha serokomartiya Îranê got: Hesen Ruhanî, wê li du hefteyên tê, li ser vexwendina serokomarê Swîsrayê, mideha du rojan sefera Bêrnê bike.

Îsmaîlî herwiha got: Hevdîtin û gotûbêja bi serokomarê Swîsrayê, hevdîtina bi îraniyên li wî welatî û herwiha îmzekirina belgeyên hevkariyê di warên curbicur ên siyasî, aborî û çandî, bernameyên girîng ên Ruhanî li sefera bo Swîsrayêî ne.

Alîkarê pişka peywendî û ragihandinê ya nivîsgeha serokomartiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Ruhanî wê piştî Swîsrayê û li ser vexwendina fermî ya serokomarê Otrîşê, wê ji Bêrnê ve here Viyenayê û destnîşan kir: Hevdîtina bi îraniyên li Otrîşê, hevdîtin û gotûbêja bi serokomar û herwiha serokwezîrê Otrîşê û herwiha îmzekirina belgeyan di warên curbicur ên hevkariyê, ji bernameyên herî girîng Ruhanî li Viyenayê ne.

Îsmaîlî bal kişand ser vê yekê ku li vê sefera bo Ewrûpayê, wê hejmarek ji wezîr û rayedarên siyasî û aborî bi serokê Komara îslamî ya Îranê re herin û got: Li vê seferê herwiha komek ji pêkhînerên xebatê û çalakvanên di pişka sivîl a Îranê bi aliyên xwe yên bazirganiyê re gotûbêj bikin.