Hezîran 18, 2018 09:08 Asia/Tehran
  •  Brucerdî: Gotinên welatên ewrûpî li bara rêketina navokî dê pirsgirêkên Îranê çareser nekin

Serokê Komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, got: Gotinên erênî yên rayedarên welatên ewrûpî têkildarî rêketina navokî, dê pirsgirêkên Îranê çareser nekin û ew divê di pratîkê de nîşan bidin li hember Emerîkayê radiwestin û berpirsiyariyên xwe cih tînin.

 Elaedîn Brucerdî, roja yekşemiyê li gotûbêja bi Al-Alamê re destnîşan kir: Îran li benda  kiryara ewrûpoiayn jibo rawestana li ber zextên Emerîkayê li bara rêketina navokî ye ku nîşan bidin ser berpirsiyariyên  xwe disekinin.

   Serokê Komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, li bara amadetiya Îranê ji bo vegeryana  bo rewşa beriya rêketina navokî destnîşan kir: Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bi awayekî meydanî, amadetiya  pêwîst ji bo rakirina pêngavên praktîkî hene.

 Brucerdî bal kişand ser vê yekê ku  Emerîkayê, qaweta Komara Îslamî ya Îranê li navçê fehm kiriye û got: qaweta naveyî tiştek nîne ku emerîkî bikaribin jê derbas bibin loma  kêmbûna  bandora  Îranê li navçê û paşde vekişyana  ji hêza mûşekî, hêla sor a Îranê û yek ji xwezîkên Emerîkayê ye.

  Wî koma terorîstî ya DAIŞ`ê li hemî waran ji wan li beşa siyasî, eskerî, rewanî û navneteweyî işkestxwarî da zanîn û destnîşan kir: Siyaseta niha ya Emerîkayê piştgiriya ji DAIŞ` ê ye loma emerîkî piraniyan rayedarên DAIŞê rizgar kirin û guhestin Efxansitna û Yemenê.

   Serokê Komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, her wiha  pêvajhoya muzakirên Sûriyê, rêçara siyasî û wêdedanîna  çekan ji aliyê terorîstan ser qezanca gel û dewleta Sûriyê da zanîn û mixabiniya xwe li bara kiryara hin welatên ereb ji bo normalkirina peywendiyan tev  Rejîma Siyonîstî da diyarkirin.