Serdar Dihqan: Zext û zora Emerîkayê li dijî Îranê tim encamên berûvajî hebûne
Şêwirmendê fermandê gişt hêzan li warê pêşeyên berevanî û piştgiriya ji hêzên Çekdar ên Îranê got: Zext û zora Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê tim encamên berûvajî hebûne.
Serdar sertîp pasdar Huseyn Dihqan li gotûbêja bi ILNA`yê re li bara gotinên Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê derheq bandora siyaseta Waşengtonê ser reftarên navçeyî yên Îranê destnîşan kir: Eva ku Trump îdia dike û dibêje zext û kiryara Waşengtonê bûye sedema guherîna reftara navçeyî ya Îranê, îdiayeke şaş û ji ber nasnekirina durust a nizama Komara Îslamî ya Îranê ye.
Şêwirmendê fermandê gişt hêzan li warê pêşeyên berevanî û piştgiriya ji hêzên Çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku Têhranê tu peywendiyek bi Waşengtonê er tine ku bixweze siyasetên xwe li gor daxwaza Emerîkayê bi serûber bike û destnîşan kir: Ji dema serketina Inqilabê û damezrandian nizama Komara Îslamî ya Îranê , her wexta ku emerîkiyan zext û zorek kirine, ev zext û zor encamên berûvajî hebûne û wan tu encmek ji hewldanên xwe wernegirtine, tevî ku gelê Îranê hîn xurtir bûne û agahî, hogirî û sekinîna gel ser aramncên inqilabê zêdeter bûye.
Wezîrê berê yê berevaniyê yê Îranê li bara zextên welatên rojavayê jib o muzakira mûşekî tev Îranê jî destnîşan kir: Hêza mûşekî li dewarana muzakirên rêketina navokî jî di rojevê de nebû û dê tu carî jî nekeve rojevê ku li gor wê Îran bixwseze bi aliyê din re muzakirê biike.
Şêwirmendê fermandê gişt hêzan li warê pêşeyên berevanî û piştgiriya ji hêzên Çekdar ên Îranê teqez kir: Hêza mûşekî beşek ji îqtidara gelê Îranê ye.