May 28, 2018 13:08 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê çûye Hindûstanê

Wezîrê karên derve yê Îranê hevrê digel taximeka derecebilind a siyasî-abûrî şemê şev gihêşte Dêhliya Nûya paytexta Hindûstanê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê got: Muhemed Cewad Zerîf li vê sefera xwe yê yekrojî bo Dêhliya Nû tev karbidestên Hindûstanê li ser alûgorên navçeyî û navnetewî gotûbêjê dike.

Zerîf pêştir seredana Çîn, Rûsiya û Brûksila paytexta Biljîkê meqera Yeketiya Ewrûpayê kiribû û siyasetên Têhranê bona sekinîna li hemberî boykotên nû yên Amerîkayê bo karbidestên van welatan şirove kiribûn.

Peywendiyên navbera Têhran û Hindûstanê li salên vê dûmahîkê bi awayekî berbiçav berfireh bûye.

Hevkariyên du welatan li babetên siyasî-abûrî bi taybet li babeta enirjî û teranzîtê van salana berfirehtir bûye.

Li sefera 15 Sibata sala 2018 bo Hindûstanê di navbera karbidestên Îran û Hindûstanê 15 belgeyên hevkariyê hatine îmzakirin.