May 28, 2018 12:16 Asia/Tehran
  • Sêyem civîna welatên dorhêla Deryaya Xezerê li Têhranê hat lidarxistin

Sêyem civîna welatên dorhêla Deryaya Xezerê bi armanca dabînkirina ewlehiyê û parastina jîngeha Deryaya xezerê îro anku Duşemiyê li

Li gorî rpora IRIB Newsê, armanca lidarxistina vê civînê bidestxistina hin qanûn û rêzikan e ku ewlehiya hatûçûna qayq û gemiyan li Deryaya Xezerê zêde bike.

Li vê civîna durojî, pênc welatên Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye, Qezaqistan, Tirkmenistan û Komara Azerbaycanê beşdar in û civîna niha ku li Têhranê tê lidarxistin li dû bidestxistina têgihîştina hevpar li warê xurtkirina ewlehiyê û parastina jîngeha deryayî ye.

Hejmara 300 gemî li Deryaya Xezerê hatûçûnê dikin.