May 26, 2018 19:29 Asia/Tehran
  • Zerîf muzakira digel Ewropayê ya ser şîyana mûşekî û hejmonîya navçeyî ya Îranê derew zanî

Wezîrê karên derve yê Îranê muzakira digel Ewropayê ya ser şîyana mûşekî û hejmonîya navçeyî ya Îranê derew zanî û got: YE`yê jî vê yekê derew derdixe û di rastîyê de ev kara, opêrasyona rewanî ya Rêjîma Sîyonîst e ta ku van nûçên derew veguhêze.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Tesnîmê got: Komara Islamî ya Îranê bi caran pêgirî kirîye ku tenê dê li bara rêketinama navokî muzakirê bike û derveyî vê rêektinamê tu karekî nake.

Zerîf bal kişand ser pêşnîyarên YE, Çîn û Ûrsêtê bo Îranê û pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê wan pêşnîyarana hildikole û yê li bara dewama mayîna l irêektinama navokî jî biryarê bide.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê sêşem 8`ê Gulanê bi tawanbarkirina dubare ya Îranê, vekişîna Waşîngtonê ji rêketinama navokî û sepandina boykotên navokî mideha 3 heta 6 mehên bê de ragihand.

Ingilîs, Fransa, Çîn, Alman, Ûrsêt û YE wek alîyên rêektinama navokî piştgirîyê didin vê rêkeitnama navdewletî.

Di vî halî da rêberê giranqedir ê inqilaba islamî çarşema buhurî çend merc ji bo domandina rêektinama navokî digel alîyên ewropî hilêxistin ku raberkirina garantîya rastî ji hêla welatên ewropî ve ji bo dabînkirina berjewendîyên aborîyê yên Îranê tevî astengîderxistina Amerîkayê, xwetêkilnekirina wan li du babetên şîyana mûşekî û hejmonîya navçeyî ya Îranê, garantîkirina kirrîna nifta Îranê, garantîdayîna bankên ewropî têkildarî dan û istandinên bankî digel Îranê û sekinîna aşkira ya Ewropayê li hemberî boykotên Amerîkayê yên li dijî Îraên ji wan in.