May 26, 2018 19:01 Asia/Tehran
  • Kemalvendî: Îranê amadetiya pêwîst ji bo despêkirina dubare ya çalakiyên xwe yên navokî heye

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê li bara kiryarên vê saziyê ji bo sekinîna li hember derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî got: Îranê amadetiya pêwîst ji bo despêkirina dubare ya çalakiyên xwe yên navokî heye.

Bêhrûz Kemalvendî, roja şemiyê, li hevpeyvîna bi kanala Press TV`yê, bal kişand ser vê yekê ku çalakî û geşkirina teknolojiya navokî ya Îranê, nehatine sekinandin û got: Eger Lihevkirina Navokî, bi dawî were, Îran wê bernamên xwe yên aştiyane yên navokî berfireh bike ku berfirehkirina li berûla, ast, qasa zengînkirinê û xalên din, digire ber xwe.Kemalvendî li bara îdiayên Donald Trump, serokoamrê Amerîkayê li bara pêbendnebûna Îranê li xalên Lihevkirina Navokî herwiha got: Daweriya li bara pêbendiya Îranê li hember Lihevkirina Navokî, li ser milê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ye û li 10 seredanên ajansê li navendên navokî, bi caran û bi awayekî aşkera li ser  pêbendiya Îranê ser sozên xwe pêgîrî hatine kirin.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, li bersiva pirsekê li ser meyl û heza Îranê ji bo mayîna nav Peymana Qedexeya berhemanîn û berfirehkirina çekên navokî (NPT) di rewşekê da ku Lihevkirina Navokî ji nav here, destnîşan kir: Îran ji sala 1974`an ve endamê vê peymanê ye û heya dema ku mayîna di vê peymanê de ji bo welatê me bi mifa be, Komara Îslamî ya Îranê ji NPT`yê dernakeve.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, 8`ê Gulanê, bi dubarekirina tawanên pûç û bêbingeh ên dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Navokî û vegeryana boykotên navokî, di mideha 3 heya 6 mehên tê ragihand.

Brîtanya, Firansa, Rûsya, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) wekî aliyên din ên Lihevkirina Navokî, pişta vê lihevkirina navokî digirin.