Rûs Nift: Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî dibe sedema zêdebûna bêmînak a bihya niftê
Birêvebirê giştî yê Kompaniya Rûs Niftê, got: Biryara yekalî ya Trump ji bo derketina ji Lihevkirina Navokî, dibe ku bihaya niftê bi awayekî bêmînak zêde bike.
Li gorî rapora belavoka Forbes`ê, Igor Sechin (Îgor Sêçîn), birêvebirê giştî yê kompaniya Rûs Niftê, îniyê li Civîna Navneteweyî ya Aboriyê li Senpeterzbûrga Rûsyayê got: Biryara derketina Amerîkayê, bixwezî û nexwezî wê bibe sedema kêmbûna bermîlên nifta Îranê li bazara cîhanî û Îran wê nekaribe nifteke zêde bifroşe û pêşeyên Ewrûpa û Amerîkayê, wê hesta dûhatên vê kiryara Koşka Sipî bikin.
Sêçîn destnîşan kir: Dijayetiya bi hevhatinamên navneteweyî yên ku dikarin kiryarên Amerîkayê li qada navneteweyî bêxin bin pirsan, karê hertimî yê Amerîkayê ye.
Birêvebirê cihanînê yê Rûs Niftê destnîşan kir: Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, wekî hegereka derveyî bazara niftê, pişka nifta cîhanê wisan kiriye ku nayê pêşbînîkirin.
Sêçîn herwiha got: Boykot û oltîmatomên ku li ser bazara Hîdrokerbonan hatine sepandin, bêyî ku çareyek hebe, dibin sedema zêdebûna bihaya niftê.
Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, sêşemiyê 8`ê Gulanê bi dubarekirina tawanên pûç ên dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Navokî û vegeryana boykotên navokî di mideha 3 heya 6 mehên tê ragihand.
Ev karê Trump rastî şermezarkirinên berfireh ên navxweyî û navneteweyî ve hat.