Mamosta Muhmed Salih Îbrahîmî emrê xwedê kir
Dr. Muhemed Salih Îbrahîmî (Şepol) nivîskar, wergêr, lêkol û rojnamevanê kurd îro li emrê 85 saliya xwe çû ber dilovaniya Xwedê.
Mamosta Îbrahîmî çil rojên berê ji ber qeyrana mêjî kete komayê û li nexweşxaneke Tehranê hatibû razandinê ku îro terka vê donyayê kir.
Dr. Muhemed Salih Îbrahîmî 24 Gulana 1933 di nav malbateke ilimdar û edebperwer de çavê xwe ser vê dunyayê vekir û nêzîkî 40 kitêb bnivîsîne û gelek kitêb jî wergêrandine ser zimanê kurdî û li salên 1979 û 1980 serenivîkarê Kovara Girşeyî Kurdistan bû. Mamosta Îbrahîmî herwiha birêvebirê Komela Ziman, Çand û Hunera kurdî ya Tehranê bû. Wî herwiha Qurana Kerîm wergêrandiye ser zimanê kurdî yê Soranî ku heya niha çend caran hatiye weşandin.
Dr. mamosta Îbrahîmî bi salan hevkariya radiyo û televî ziyonên kurdî li Tehran, Mehabad û Urmiyê kir.
Radiyo û televîziyona kurdî ya Saharê ji bo malbata wî rehmetî û heval û hogrên wî sersaxiyê û sebrê dixwaze.