May 26, 2018 11:37 Asia/Tehran
  •  Emîr Pûrdestan: Hêzên çekdar ên Îarnê ji bo rawestana li ber her gefekê tam amade ne

Serokê navenda lêkolînên stratejîk ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê got ku doktorîna hêzên çekdar ên Îranê, berevanî ye lê bona berevaniya ji welêt û nirxên nizamê, ji bo rawestana li ber her gefekê tam, amade ne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan roja îniyê li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê got: Hêzên çekdar ên Îranê lêzanînên baş hene û hemî liv û tevger li nav û li dervey sînoran tên şopandin.

  Serokê navenda lêkolînên  stratejîk ên  artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: îro bi bereketa hebûna  zaniyarên ciwan, kelûmelên  berevaniyê yên pêdivî li Îranê li nav welêt tên berhemanîn û hêzên  çekdar bihêztir ji hemîşe   ji bo berevaniya  nizam û Îslamê rawestane.

Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan her wiha got: dinyaya îstikbarê , bi taybet Emerîka li 40 salên buhurî ji bo jinavbirina  nizama Komara Îslamî ya Îranê û inqilaba Îslamî ya Îranê  şêwazên curbicur  yên mîna boykotên  aborî û şerê sepandî cih anî lê bi îsargerî, sebr  û  wilayetheziya  gelê Îranê, rastî işkestê hat.

 Wî destnîşan kir: Dilgiraniya  sereke ya Emerîkayê eva bû ku inqilaba Îslamî ya  Îranê edebiyateke  nû mîna  istiqlal, azadî,  nefya serdestiyê û wlayetmedarî tev xwe aniye  û ev edebiyata  bandor ser welatên  navçê kiriye.