May 26, 2018 11:26 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Ewrûpî divê li rêketinnama navokî bala xwe bidin ser kiryarên praktîk

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêvajoya cihanîna qayîde û qirarên bergîrane yên Yekitiya Ewrûpayê destpê bûye û ewrûpî divê li rêketina navokî kiryarên praktîk cih bînin.

  Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja bi  Klûpa xebernigharên cewan li bara  garatiya Ewrûpayê ji bo dabînkirina  berjewendiyên Îranê got: Piştî civîna  Îranê û Yekitiya Ewrûpayê tişta ku heya niha qewimiye  daxûayniya siyasî û lidarxistian  civîna  rayedarên Ewrûpayê bûye ku li vê barê hin biryar hatine dayîn.

 Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îranê ji bo cihhatina 9 xalên ku Federîka Mogîrînî, berpirsa siyaseta derve ya  Yekitiya ewrûpayê li daxûayniay wxe amaje pê kiriye li halê muzakirê ye.

Civîna   Komîsyona hevpar a  rêketina navokî roja îniyê ser daxwaza Îranê û bona hilkolandina  dûhatên  derkletina Emerîkayê ji rêketina navokî û hilkolandina  riyên  pêşber ji bo  yeqîana li bara  cihanîna  berdewam a hemî berûlayên hevhatina navokî hat lidarxistin.

 Nûnerên Îran, Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsiye, Çîn û  Alîkara berpirsa  siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê beşdarê vê civînê bibûn.

Trump serokkomarê Amerîka  heştê meha Gulana 2018` an  bi dubarekirina  tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana  boykotên  navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.

 Kiryara yekalî ya Emerîkayê di rerwşekê de ye ku pênc  welatên din ên wajokirê rêketinnama navokî û piraniya welatên cîhanê piştgirî dane  vê hevhatiana navneteweyî.