May 26, 2018 10:56 Asia/Tehran
  • Emîr Hatemî: Îro tu kes nawêre xar û kirêt  temaşeyî Komara Îslamî ya Îranê bike

Wezîrê berevanî û piştgiriyê yê hêzên çekdar ên Îranê, îniyê şevê bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di asta herî bilind a amadetiyê de ne û desnîşan kir îro tu kes nawêre xar û kirêt temaşeyî Komara Îslamî ya Îranê bike.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, emîr sertîp Hatemî li merasima  rêzgirtina ji 25 Gulanê roja berxwedanê, bîranîna  bajarê berxwedêr ê Dizfûlê li başûrê rojava  Îranê li bara bêminetiya  Îranê li warê çêkirina  hemî kelûmelên  berevaniyê agahî da û got: Komara Îsamî ya Îranê pîvanên qaweta xwe xurt kiriye.

 Wezîrê berevanî û piştgiyiyê yê hêzên çekdar ên Îranê hêza berevaniyê yê Îranê li xizmeta  ewlehiya  xelkê navçê da zanîn û got: Gelê navçê û cîhanê li kêleka xelkê Îranê de ne.

 Emîr Hatemî destnîşan kir ku tenê dijminên Îranê, Emerîka û Rejîma  Siyonîstî û hevpeymanên wan in.

  Wezîrê berevanî û piştgiyiyê yê hêzên çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê bi  palpiştiya  qaweta xwe ya berevaniyê îzeta xwe diparêze û destnîşan kir ku gelê mezin ê Îranê  perwerdeyê destê hezretê Îmam Xumêynî(RE) xîmdarê mezin ê Komaar îslamî ye û bin  fermana  gotinên rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî dê li warê nizama  Komara îslamî çalak û li hember gefên  dijmina dê berxwedêr bin.

 25 Gulanê salroja  berxwedana  gelê bajarê Dizfûlê li hember mûşekbarana Iraqê li şerê sepandî ye ku bû sedem ev roja  wek roja  neteweyî ya berxwedanê û mayîndebûna  li rojhejmêra  fermî ya Komara îslamî ya Îranê were tomarkirin û Dizfûl wek paytexta  berxwedanê ya Îranê were binavkirin.

 Dizfûl li serdema  şerê sepandî bi caran ket ber êriş û mûşekbarana  Rejîam Beesa Iraqê , çawa ku ev bajêra  weke bajêra  mûşekan  bi nav kirin.