May 26, 2018 09:51 Asia/Tehran
  •  Wezîrê karên derve yê Emerîkayê: Zengînirina  uranyomê ji bo Îranê ne pêkan e

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê cadinê li axiftineke mudaxilekirane bal kişand ser vê yekê ku welatê wî berhemanîna madên navokî an zengînkirina uranyomê ji Îranê re pêkan nizane û got: Ger Îran li dû teknolojiya navokî ye, divê wê ji derve bikre.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Mayk Pompêo, roja îniyê got  ji bo ku Emerîka li bara  bi aşitîbûna  bernama navokî ya Îranê xatircem bibe divê navendên eskerî, cerbîngehên  navokî û navendên  têkildarê bernama navokî ya Îranê bên çavdêrîkirin. 

 Ev gotinên  pêkenî yên Pompêo li halekê ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjia Atomê heya niha bi caran ser bi aşitîbûna  xebatên navokî yên Îranê teqez kiriye.

Pompêo, wezîrê karên derve yê Emerîkayê roja duşemiyê 21 Gulanê jî li yek ji axiftinên xwe yên herî kirît û bi îhanet, tawanên  pûç li gelê Îranê ve girêdan û gef xwar ku Waşengton dê boykotên herî giran ên dîrokê li dijî Îranê cih bîne.

  Pompêo her wiha got ku  Bona ku Emerîka dev ji cihanîna boykotên nû li dijî Îranê berde, divê ku Komara Îslamî ya Îranê 12 şertên Waengtonê ji wan wêdebirina teşkîlata  zengînkirinê, îmkana seredanên  berfireh ji hemî teşkîlatên Îranê, derketina  hêzên eskerî yên Îranê ji Sûriyê û Iraqê û her wiha  rawestandina  piştgiriya  Îranê ji komên berxwedanê yên mîna Hizbullaha Lubnanê qebûl bike.

 Ev gotin ku du heftiyan piştî kiryara  neqanûnî ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li derketina ji rêketina navokî ketin rojevê qaşo stratejiya nû ya Emerîkayê li hember Îranê hatin binavkirin.

  Muhemed Cewad Zerîf, wzîrê karên derev yê Îranê wek berteka li hember van gotinên  kirêt ên Pompêo destnîşankir ku Emerîka girtiyê xewn û xeyal û van siyasetên işkestxwarî ye ku ji aliyê  hin koman bi berjwendiyên tabet  tên dîktekirin.

 Piraniya  analîzor û rayedarên  emerîkî û ewrûpî van şertên Emerîkayê weke xewn û xeyal û nemaqûl dizanin.

 Federîka Mogêrînî berpirsa  iyaseta derve ya Yekitiya Ewûpyê piştî van gotinên Pompêo bal kişand ser vê yekê ku Ajansa navneteweyî ya enerjiya Atomê heya niha bi caran sekinîna Îranê ser rêketian navokî piştrast kiriye û got: Ajansê bi caran raghandiye ku Îranê îmkana hemî seredanên pêdivî daye ajansê.